-%25
  • Alfabeya Kurdî

Weşanxaneya Lîsê pîştî pirtûka zarokan a bi navê Azad a Mîran Janbar û Kêşana Lêkeran a Brahîm Xelîl Taş di qada zimên de bi navê Alfabeya Kurdî pirtûkeke nû weşand. Pirtûk biwêne û bireng e.


Pirtûk bi sîstema dengan xwedînê hîn dike. Alfabe bi dengên ku bilêvkirina wan hêsan e dest pê dike, paşê bi dengên din didome. Di dana her dengekî de çend wêneyên ku navê wan vî dengî dihundirîne an bi vî dengî dest pê dike dide û dixwaze xwendekar an zarok navê wêneyan li binê wan binivîse û bixwîne. Di nava dana dengan de dana kîteyan jî heye. Kîteyên ku bi dengekî dest pê dike an jî bi dengekî diqede hatine dayîn. Paşê kîte hatine ba hev û ji kîteyan peyv-peyvên biwate an bêwate- hatine sazkirin. Di pirtûkê de ji hînbûna xwendinê gelek tîştên din jî hene


Ev pirtûk ji aliyê mezinan ve bi serê xwe û ji aliyê biçûkan ve jî di bin çavdêriya mezina kare bê bikaranîn. Ji ber ku sîstem li ser dengan ava bûye, divê deng, kîte û peyv bideng bên xwendin û ducarkirin. Zarok an mezinên ku kêm-zêde tîpan nas dikin, karin b vê pirtûkê di demeke kurt de hînî bilêvkirina dengên Kurdî û xwendina Kurdî bibin.


Cemşîd Çîftçî, sala 1969 li Licê çê bûye. Nivîskar niha li Amedê dijî û ev pirtûka li ber destê we pirtûka wî ya yekemîn e.

Taybetmendiyên Berhemê
Hêjmara Pelan 117
Nivîskar Cemşid Çiftçi

Şîrove Bike

Nîşe: vanaguherê HTML yê!
    Nebaş           Baş

Alfabeya Kurdî

  • Hilberîner Lîs
  • Koda Berhemê: LIS117
  • Puana ku we bidest xist: 20
  • Rewşa Stokê: Di Stokê De Heye
  • ₺20.00
  • ₺15.00

  • Ji bo kirînê Puana ku Pêwist e: 20000

Berhemên Dişibin Hev

Alfabe
-%25

Alfabe

Ev pirtûka ji bo zarokên 6-7 salî hatiye amade kirin. Lê kesên bixwazin hînî alfabeya kurdî bibin jî..

₺15.00 ₺20.00

Alfabe
-%25

Alfabe

Perwerdehî pêşî ji malê dest pê dike.Zarokno, hûn dikarin xwe bi xwe kurdî hîn bibin.‘’Alfabe’’ ji b..

₺10.50 ₺14.00

Kürtçe Alfabe
-%25

Kürtçe Alfabe

..

₺13.50 ₺18.00

Nîşane: Alfabeya, Kurdî, zarok