-%30
  • Ferhenga Pirzimanî

“Ferhenga pirzimaniyê” ku bi sê zaravayên kurdî û bi tirkî, farisî û îngilîzî hatiye amadekirin ji Weşanên Nûbiharê derket.

Weşanxaneya Nûbiharê dest avêt kareke din a hêja: Ferhenga Pirzimaniyê. Di zimanekî de çiqas ferheng bibin ew qas baş e. Ferhengên bi pirzimanî jî qîmete wan a taybet heye di nav zimanan de. Niha ferhengeke pirzimaniyê ku di nav kurdî de yekemîn ferhengek bi çar zimanan e li ferhengên kurdî zêde bû. Ferhenga ku bi sê zaravayên kurdî (kurmancî, kirmanckî û soranî), bi tirkî, farisî û îngilîzî hatiye amadekirin derket.

Ferhenga bi 4 zimanan ji aliyê OSman Aslanoglu, Bedirhan Îslamoglu, Zerî Gurur, Hayrullah Acar û Evren Aslanoglu ve hatiye amadekirin. Her wiha ferheng bi tu alfabeyan hatiye amadekirin. Peyvên zimanên kurdî, tirkî, îngilîzî bi alfabeya latînî, zimanê farisî jî hem bi latînî hem bi alfabeya erebî hatiye amadekirin.

Ferheng li ser peyvên ku di nav jiyanê de herî zêde têne bikaranîn hatiye amadekirin û pêre jî cudahiya gramatîkî ya zimanan hatiye destnîşankirin.

Di ferhengê de nêzî 1500 peyv û 268 lêker hene. Beşa yekem a ferhengê li gor mijaran hatiye amadekirin. Di beşa duyem de bi rêza alfabetîk a kurdî amade bûye. Di beşa sêyem de vê carê bi rêza alfabetîk a tirkî hatiye amadekirin. Beşa çarem jî li ser rêziman hatiye amadekirin. Hemû peyvên di ferhengê de, di tabloyekê de li kêleka hev hatine danîn. Yên bixwazin dikarin bi awayekî rehet jê sûde bigirin.

Di nav mijarên ferhengê de ji reng, hejmar, malbat, agahiyên şexsî, xwarin, vexwarin bigire heta peyvên li ser perwerdehî, tenduristî, hiqûq, olî û sporê hene.

Wekî notên teknîkî em balê bikişînin ferheng bi çar zimanan e lê pêşeka ferhengê, dîsa îndeksa wê tenê bi tirkî hatiye amadekirin. Dîsa di pêşekê de gotine “Xebat bi vî awayî jî ji Malbata Koma Zimanê Hînd-Ewropa (tevî zaravayan) bi pênc zimanan, tevî tirkî jî şeş zimanan di nava xwe de dihebîne.” Yanê zarava jî wekî ziman hesibandine. 

Taybetmendiyên Berhemê
Hêjmara Pelan 140

Şîrove Bike

Nîşe: vanaguherê HTML yê!
    Nebaş           Baş

Ferhenga Pirzimanî

  • ₺15.00
  • ₺10.50


Berhemên Dişibin Hev

Ferhenga Zanistên Civakî
-%30

Ferhenga Zanistên Civakî

Di vê xebatê de me du tişt kirine. Me hem peyv û têgehên ji zimanên din xebitandine û hem jî peyv û ..

₺15.40 ₺22.00

Ferhenga Kurdistanî
-%30

Ferhenga Kurdistanî

..

₺10.50 ₺15.00

Rêzimana Kurdî (Kurmancî-Soranî)
-%30

Rêzimana Kurdî (Kurmancî-Soranî)

Ev berhema Rêzimana Kurdî (Kurmancî-Soranî) ya zimannasê zimanê kurdî Qanatê Kurdo, hem ji hêla deng..

₺19.25 ₺27.50

Ferheng Sorani-Kurmanci-Türkçe
-%30

Ferheng Sorani-Kurmanci-Türkçe

Türkiye’de bir ilk olan Soranice, Kurmancca ve Türkçe olan bu sözlü..

₺8.40 ₺12.00

Ferhenga Kurdî-İngilîzî
-%30

Ferhenga Kurdî-İngilîzî

..

₺52.50 ₺75.00