• Berhemên Seyda TÎRÊJ

Di vê setê de 3 berhemên Seydayê tîrêj hene;

  1. Dîwana Tîrêj
  2. Mewlûda Pêxember
  3. Serpêhatiyên Kurdan (Cild I-II)

Dîwana Tîrêj

Dîwan, her sê pirtûkên Seydayê Tîrêj yên bi navê Xelat, Zozan û Cûdî dihewîne. Helbestên Seydayê Tîrêj rengvedana jiyana kurdan a sedsala 20an e. Heta ne tenê kurd, dîroka kurdan a nêz, wek şerê azadiyê li başûrê Kurdistanê, gelek bûyerên li Rojhilata Navîn û dinyayê jî ji helbestên wî re bûne mijar. Helbesta Tîrêj şahidê dîroka gelê kurd a sedsala borî ye. Ji şerê serxwebûna Cezayîrê bigire heta berxwedana gelê Vîetnamê, ji têkoşîna Filistînê bigire heta şoreşên ku bi pêşengiya Che Guevera li Amerîkaya Latîn rû didan, tê de dixuyin. Bi kurtayî, helbestên Seyda digel aliyên xwe yên edebî, di heman demê de eyneya jiyan û dîroka kurdan a sedsala borî ye. Seydayê Tîrêj, bi dîwanên xwe, dê xwendevanan derxe rêvitiya dîrok û edebiyatê ya li seranserê sedsalekê.

Mewlûda Pêxember

".....Li gor teoriya cureyan tu cureyê edebî bê zeman û sînor nîne. Her cure bi bihurîna demê re diguhere, dikemile û piştre jî diqelibe cureyên din an jî di nav cureyên nû de erkdar dibe. Mînak di dema roman nivîsînê de epîk êdî nayê nivîsîn, gotara epîkî bi tenê dikare bibe hêmaneke derbirîna romanê. Trajediyeke ku di nav dem û dewra xwe de tesîrek giran li ser xwendevan an jî temaşevanan dihêle, piştî ku dem derbas bibe û dewran diguhere ji aliyê nivîskarek nû ve bê nivîsîn, ji wê taybetiyê dikeve, ecêb dibe. Ku rewş ev be, di dema me ya ku cureyên modern zordestî li ser wêjeya klasîk kiriye, rastîtir ciyê wê girtiye, mebest ji nivîsîn an jî çapkirina mewlûdeke nû çi ye? Bi ser de dema em bidine ber hev Mewlûda Bateyî, hem ji aliyê naverok hem jî ji aliyê ziman, hêma û alegoriyan ango estetîkê ve, ji Mewlûda Tîrêj firehtir û bi hêztir e. Bersiv her wekî me li jorê jî gotibû şopên îdeolojîk in. Em dizanin ku di qirnê bîstan de di nav siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên kurdî de cereyaneke sekuler û çepgiriyê çêbûye. Tesîra van cereyanan li ser medreseyan jî çêbûye û nesleke ku wekî “melayên qomonist” hatiye binavkirin derketiye holê. Cegerxwînê ku tesîreke mezin li ser helbesta kurdî ya sedsala bîstemîn kiriye, mînaka herî berbiçav a vê yekê ye. Em dikarin Seydayê Tîrêj jî endamê vê ekolê bibînin. Lê ferqek girîng heye. Tîrêj ji awayê şêwaz, îdeolojî û naverokê ve çiqas di bin bandora Cegerxwîn de jî be, destekî wî bi dîn ve girêdayî bû ku ev yek di berhemên wî de jî xuya dibe. Ku em bi vî çavî lê binihêrin dikarin bibêjin, tercîhkirina nivîsandina cureyek klasîk ango Mewlûda Pêxember a ku cudahiya Seydayê Tîrêj dide nîşan, taybetiyên îdeolojîk di xwe de dihewîne.

Serpêhatiyên Kurdan (Cild I-II)

Serpêhatiyên Kurdan, çîrokên rasteqîn in; hatine bihîstin, çavdêrîkirin, tecrûbekirin an ji çandeke hevpar hatine wergirtin. Ji wan jiyan, zanebûn û tecrûbeyên “zemanekî” difûre. Lê hinek jî ji ber vê qederê, ev serpêhatî îro ji me pariyekî dûr dixuyin. Wekî ku Walter Benjamin ji bo çîrokên Nikolay Leskovê ku li hemû Rûsyayê geriyabû û çîrokên xwe nivîsîbû, dibêje ku em îro hatine dawiya hunera çîrokbêjiyeke wisa; ji ber ku “tecrûbe” wekî berê ne biqîmet e, neqilkirina wê wekî berê bi hêsanî çênabe û seba ku rehenda destanî ya heqîqetê dimire, ev cure çîrokbêjî ber bi jibîrbûnê ve diçe. Lê dîsa jî ji ber taybetiyên çîrokên rasteqîn, di wan de bi awayekî sergirtî an aşkere faydeyek heye. Ew fayde carina dersekî exlaqî ye, carina şîret e, carina çarçovekirina gotineke pêşiyan e, carina ji adet û toreyên miletekî dilpakiyek e… Erê, di roja me de “aqildayîn”, “şîret” wekî tiştên demode dixuyin, lê ji bo ku mirov aqil bide yekî, divê tûrikê mirov tije tecrûbe yan serpêhatî bin û mirov bizane çîrokê li hev bîne. Tûrikê Seydayê Tîrêj bi serpêhatiyên wisa tije ye.

***

Jiyannameya Seydayê Tîrêj

Di sala 1923an de li gundê Nicmê yê li herêma Qamişlokê hatiye dinyayê. Navê wî Naîf e. Li ber destê aliman xwendiye û piştre jî ji bo xwendina dibistanê demekê çûye Amûdê. Her çend xwendina xwe temam nekiribe jî li vê derê kesên wek Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar, Nûredîn Zaza nas kirine. Ev kes tesîreke mezin li Tîrêj kirine û li ser welatperwerî û kurdperweriya wî rolek lîstine. Seydayê Tîrêj ji xeynî dîwanên wekî Xelat, Zozan û Cûdî, mewlûdeke kurmancî û hin jî serpêhatî nivîsîne. Di sala 2002an de li Hisiçayê çûye ser dilovaniya Xwedê.

 

Şîrove Bike

Nîşe: vanaguherê HTML yê!
    Nebaş           Baş

Berhemên Seyda TÎRÊJ

  • Koda Berhemê: SET003
  • Rewşa Stokê: Di Stokê De Heye
  • ₺52.00


Berhemên Dişibin Hev

Dîwana Tîrêj
-%30

Dîwana Tîrêj

Dîwan, her sê pirtûkên Seydayê Tîrêj yên bi nav&ecir..

₺21.00 ₺30.00

Mewlûda Pêxember • Tîrêj
-%30

Mewlûda Pêxember • Tîrêj

".....Li gor teoriya cureyan tu cureyê edebî bê zeman û sînor n&i..

₺5.60 ₺8.00

Serpêhatiyên Kurdan (Cild I-II)
-%30

Serpêhatiyên Kurdan (Cild I-II)

Serpêhatiyên Kurdan, çîrokên rasteqîn in; hatine bihîstin..

₺9.80 ₺14.00

Nîşane: Dîwana Tîrêj, Mewlûda Pêxember, Serpêhatiyên Kurdan (Cild I-II), Set, Tîrêj, Seydayê Tîrêj, Peywend, Dîwan, Dînî, Olî