-%25
  • Bîranînên Min

Weşanxaneya Lîsê “Bîranînên Min” a têkoşerê Kurd Osman Sebrî!raberî xwînerên Kurd ên berketî dike.
Di vê belgeya dîrokê ya giranbiha de, têkoşer, welatperwer, sîyasetmedar û nivîskar Osman Sebrî behsa kitekitên pir girîng ji dîroka gelê Kurd a nûjen dike. Ji zarokatîyê bigirin heta bi xortanîyê. Ji Şoreşa Şêx Seîdê Pîran heta bi çalakî û hewldanên sîyasî û leşkerî yên Partîya Xoybûnê, Osman Sebrî perdeyê ji ser gelek hûrgilîyên veşartî hildide û me wer dike di deryaya şikestin, malwêranî û kambaxîyên gelê Kurd li Bakur û Rojavayê welêt de.
Gorbehişt Osman Sebrî ku her demê wekî Kurdperwerekî xwedî pênûseke tûj hatiye nasîn; di nav bîranînan de jî mohra xwe li dîroka xebata gelê Kurd daye û rastîya şilfîtazî li ber me raxistiye. Di vegotina bûyer û qewimînên Şoreşa Şêx Seîd de, li ser sedemên têkçûna Şoreşê radiweste û kil û kêmasîyên civaka Kurd a derebeg û paşverû di wê demê raber dike. Her weha di dema sirgûn û “geşta” li zindanên dewleta dagirker de, ew bi dûrûdirêjî behsa dexs, xêrnexwaz û “kurmên darê” yên Kurd dike ku çawa li dijî birayên xwe pişta dijminê xwe digirin!
Mêrxasî û tirsonekî; camêrî û qelsî; welatperwerî û xinizî; serîhildan û serîçenadin; rêzdarî û bêrêzî: Kurdistana ku her û her welatê nakokîyan bû, vê carê bi zimanê kurê xwe yê çak û xweşmêr -Osman Seberî- dipeyive.

Taybetmendiyên Berhemê
Hêjmara Pelan 238
Nivîskar Osman Sebrî

Şîrove Bike

Nîşe: vanaguherê HTML yê!
    Nebaş           Baş

Bîranînên Min

  • Hilberîner Lîs
  • Koda Berhemê: LIS021
  • Rewşa Stokê: Di Stokê De Heye
  • ₺24.00
  • ₺18.00


Berhemên Dişibin Hev

Memê Alan
-%25

Memê Alan

..

₺9.75 ₺13.00

Gazîya Welat
-%25

Gazîya Welat

Tê gotin ku tevahîya Gazîya Welat çar cild e û cildê çarem jî destnivîs e û nehatiye çapkirin. Cildê..

₺9.75 ₺13.00

Çar Leheng
-%25

Çar Leheng

Di pirtûkoka "Çar Leheng" de, Apê me Osman Sebrî bi zimanekî rewan û berdil behsa lehengîya çend mêr..

₺9.75 ₺13.00

Berbejna Rê
-%25

Berbejna Rê

Li gorî ku Lîs dide xuyakirin, Berbejna Rê ya ku çapa wê ya pêşîn di sala 2003’y..

₺7.50 ₺10.00

Bîranîn
-%25

Bîranîn

Nûredîn Zaza yek ji rewşenbîrên hêjatir ê dîroka kurdan a nêzîk e. Xelekek e di navbera nifşa Bedirx..

₺7.50 ₺10.00

 Hevalê Çak
-%25

Hevalê Çak

Hevalê Çak Osman Sebrî Pirtûka gorbehişt Osman Sebrî ya bi nav&ec..

₺16.50 ₺22.00