Ava Sor, çîroka liberxwedana gelê Kurd e ku ji jîyana rastîn a têkoşerên tevgera azadîya Kurdistanê hatiye wergirtin. Di vê romana ku ji jîyana rastîn a gerîlatîyê hatiye hûnandin de, nivîskar dûr neçûye û li qehremanan negerîyaye. Pêdivîya bi afirandina qehremanên xeyalî jî tunebû. Nivîskar tenê nav guhertine û her tişt wekî rastîya wê nivîsîye. Qehremanên romanê rêheval û hogirên li derdora nivîskêr bi xwe bûn û wan jîyana xwe pê re bi par ve kiribû. Doşekên wan erd, balgîfên wan kevir û lihêfên wan esman bûn. Her çendî çîrok û serpêhatîyên wan ji hev cuda bûn jî, lê rê û xaçerêkên wan li heman deşt û newalan digihîştin hev û bi Ava Sor re diherikîn. Bi hev re dibûn yek beden û yek gîyan û bi stêrkan re dimeşîyan. Ji lew re jîyana her yekî ji wan mînakeke bêhempa, roman û destaneke ku nehatiye nivîsandin e. 

Çavkanîya Ava Sor, têkoşîna gelê Kurd a lêgerîna azadîyê ye. Ev lêgerîn duh jî hebû, îro jî heye û heta ku gelê Kurd bigihîje mafên xwe yên xwezayî dê ev lêgerîn her berdewam be. Bûyer û serpêhatîyên ku hatine zimên tev rast in. Ava Sor beşekî bîranînên nivîskar e. Ava sor, dengê herikîn û hawara robarê Dîcleyê ye. Bi nalîn û qîrîn çîroka navbera her du çeman vedibêje. 

Ji bo ku ew rojên giran ên wê jîyanê neyên jibîrkirin û di nav dirêjahîya salan de winda nebin û rojekê ji rojan bibin malê dîrokê, divîyabû ew jîyan bihata vegotin!

Taybetmendiyên Berhemê
Nivîskar Îbrahîm Osman

Şîrove Bike

Nîşe: vanaguherê HTML yê!
    Nebaş           Baş

Ava Sor

  • Hilberîner Lîs
  • Koda Berhemê: LIS062
  • Rewşa Stokê: Di Stokê De Heye
  • ₺20.00
  • ₺15.00


Berhemên Dişibin Hev

Teyrikên Jirêketî
-%25

Teyrikên Jirêketî

Di berhevoka xwe ya bi navê “Teyrikên Jirêketî” de, Tagor pendine jîyanî bi awayekî helbestî û felse..

₺11.25 ₺15.00

Çar Leheng
-%25

Çar Leheng

Di pirtûkoka "Çar Leheng" de, Apê me Osman Sebrî bi zimanekî rewan û berdil behsa lehengîya çend mêr..

₺9.75 ₺13.00

Gotinên Pêşîyan | Xelîlê Çaçan
-%25

Gotinên Pêşîyan | Xelîlê Çaçan

“Kanîya gotinên pêşîyan ew jîyana wan a bi sal û zemanan e. Di nava wan gotinan de jîyana Kurdan a k..

₺9.00 ₺12.00

Auslander Beg
-%25

Auslander Beg

uslander BegHelîm YûsivAuslander BegAusländer, ango biyanî, yê ku tevî zehmetiyên nebînayî, bi ..

₺10.50 ₺14.00

Av Zelal Bu - 2
-%25

Av Zelal Bu - 2

..

₺7.50 ₺10.00