-%25
  • Xewna Pîrepindan


Te ne eşq û ne jî şer bi min re dikir. Te fenbazî, xefik û davikên xwe tecrûbe dikirin; bend û davên xwe dihûnan. Te ciwaniya xwe ya xapînok saz dikir. Hêdî hêdî bi sêrbazî û fitnebaziya te ve dihatim girêdan. Dihatim... tarîtî, germiya nava te û hilma te ya germ gazî min dikir. Dihatim û min serê xwe dixist devê te de da ku germ bibe. Min di herdu guhên xwe de, hest bi zext û şepêla xwîna te dikir.

Deryayekê di hundirê te de dikir nalîn û axîn. Di ruhê te de, bahozeke dîn bi min dileyist. Behitî û sergêjtir bûm ku bizanibim ew axîn û nalîna şehwet û hewesê ye. Şehweteke dîn e yan banga bive ya mirinê ye. Ne bi çavekî, min bi hezar çavî tîrbûna tarîtiya nava te didît.

...

Di navbera tarîtî û ronahiyê de winda dibûm. Neçar û westiyayî, min dixwest xwe di şikeftê de winda bikim. Xeweke kûr ku firefira çûkan, min jê hişyar neke. Di wê kêliyê de, sed asmanan jî xwesteke firînê nedida min. Tarîtî û ronahiyê ku li pey hev cihê xwe diguherandin, şaş dihiştim. Çi mestî û cadûgeriyek ji canê min ê hîlak û çilmisî re bû. Guhê min li hawar û daxwazekê bû di nava te de ku ji bo pevgihîneke xweş, sêrbaz û helandineke bêdawî û xeniqandineke bê êş gazî min dikir.


Taybetmendiyên Berhemê
Hêjmara Pelan 72
Nivîskar Şêrzad Hesen
Werger Besam Mistefa

Şîrove Bike

Nîşe: vanaguherê HTML yê!
    Nebaş           Baş

Xewna Pîrepindan

  • Hilberîner Avesta
  • Koda Berhemê: AVESTA0237
  • Rewşa Stokê: Di Stokê De Heye
  • ₺10.00
  • ₺7.50


Berhemên Dişibin Hev

Şewq û Payiz
-%25

Şewq û Payiz

Ey kurê êvar û payizê!Tuew dilê me yê ku her fleveq bi dar ve dikin...Ewçarenûsa me ya li ser piflta x..

₺7.50 ₺10.00

Kela Dimdimê
-%25

Kela Dimdimê

Kela DimdimêJan DostAvesta Destana Kela Dimdimê, pelek ronî ye di nav pelên..

₺11.25 ₺15.00

Jineke Xinanî
-%25

Jineke Xinanî

Ji Şêrzad Hesen, klameke dûdirêj a hezar û şevekê li ser bedewiya jinê......Jixwe ji hemûyan nexwe..

₺7.50 ₺10.00

Xewle Ye Xewn?
-%25

Xewle Ye Xewn?

..

₺7.50 ₺10.00