-%30
  • Destana Seîd Mistefê û Axcîhanê

Xwendevanên hêja, va pirtûka ku di destê we da ye, çîroka du evîndarên gelê Kurd tîne bîra we. “Tîne bîra we” dibêjim, mabetse min pirranî jibo ew kesên ku di heqê vê çîrokê da agadar in, haya wan li ser vê çîrokê heye, jibo wan dibêjim.

 

Destana Seîd Mistefê û Axcîhanê jî, yek ji van kilasîkên gelê me yê mazlûm e. Di destpêka derketina evîna Seîd Mistefê û Axcîhanê vir da Kurdên Elewî, bi taybetî jî Elewîyên herêma Dersimê, piranî jî Kurdên devera “Newla Karê” gundên ku girêdayîyê qeza Mêzgirê û liwa Moxindîyê ne, vê çîrok û strana van herdu gorbihiştên gelê xwe bi dil, bi xemek evînî ve guhdar dikin. Rind tê bîra min di şêvên zivistanan da, ew kesên ku çîrok û strana van herdu evîndarên Kurd dizanîyan û digotin, hemû gundî li tev zar û zêçên xwe, li dor wan kom dibûn, rûdiniştin va çîrok û strana guhdar dikirin; carna hin kes jî digîrîyan. Qet di bîra min da naçe, strana evîna van herdu hêjayên Kurd, tenê çend kesan dizanîya, ku ew kes jî nevîyên Seîd Mistefê bi xwe bûn. Di nav wan kesan da kalekî rîsipî hebû, me ji wî ra “Ap Pîro” digot. Bi rastî Ap Pîro jî me û kesên wekî me ra him Ap bû, him jî bav. Mirovekî mêvanhez, ji zarokan ra zarok, mezinan ra mezin, mirovekî dil tijî ram, ji kesekî wekî min ra jî ewlîya bû. Lewra min ew wer didît û wekî bavê xwe jî ji wî hez dikir. Ap Pîro mirovekî bejn narîn, rîberdayî, rîyek dirêj û six, reng zerik, wekî rengê hinê û kerîbar, li ser sîng û hindavê, her tim gopal jî di dest da, him karê cotkarîyê dikir û him jî carna derdiket der diçû nav talibên xwe digerîya çiralix kom dikir. Wî qet peyvek zimanê Tirk nedizanîya. Di şevên cem girêdanê da, hemû gotin û diwayên wî bi tevahî Kurdî bûn. Dengê wî gelek nizm derdiket. Di axaftina wî da tam, zanîn û şîret hebûn. Wî her sal di dema zivistanê da gelek caran ji me ra çîrok û strana evînîya bapîrê xwe, Seîd Mistefê digot. Dengê wî gelek xweş û zîl bû. Qet çu kesî wekî wî ev strana çîroka evîna Seîd Mistefê û Axcîhanê nedistrand.

Carna tembûr dikir destê xwe, carna jî gopalê xwe wekî tembûr digirt dida ser jonîyê xwe, tilîyên xwe li gopal dixist, ji me ra strana bapîrê xwe, strana Ûsivê Kal, Silê Sêwî û gelek kilamên din digot. Lewra wî rind nedizanîya tembûrê bikute. Bê derew pirrî caran tebûra wî ya ço bû, yan jî gopalê ku di destê wî da bû.

Taybetmendiyên Berhemê
Hêjmara Pelan 120
Nivîskar Riza Çolpan

Şîrove Bike

Nîşe: vanaguherê HTML yê!
    Nebaş           Baş

Destana Seîd Mistefê û Axcîhanê

  • ₺15.00
  • ₺10.50


Berhemên Dişibin Hev

Dersim
-%25

Dersim

Dersim İsyanı... Haysiyet ve kavga günleri... Fermanlar yazılmıştır; yapayalnız bir halk kurşunlara,..

₺26.25 ₺35.00

Seyad Qulingê Birîndar
-%30

Seyad Qulingê Birîndar

Ev pirtûk serpêhatiyên pir taybet û antika yên Seyadê Şame ne. Seyade Şame, ji Radyoya Rewanê, ji ki..

₺11.20 ₺16.00

Nîşane: Destana, Seid, Mistefa, Axcihan