-%30

Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan

Mem û Zîna Ehmedê Xanî, divê ne tenê bi çavê çîrokekê an destanekê bê dîtin; lewra Ehmedê Xanî, ev kitêba xwe ji bo ku deryaya dilê xwe biniqutîne ser rûpelên dilê me, kiriye hêncet û behaneyek. Herwekî ji zarê wî yê şekirîn ev rêzikana rijiyane:

Şer'ha 'xemê dil bikem fesane
Zînê û Memê bikem behane

Ne'xmê we ji perdeyê derînim
Zînê û Memê ji nû vejînim

Ji bilî xemxwariya Xanî ya li ser Kurdî û Kurdan, hema bêje di dawiya her beşên Mem û Zînê de, encam û sentezên tesewifî, felsefî û eqîdewî ji me re pêşkêş dike û bi zimanekî hîkmetane pend û şîretan li me dike. Eger em bi kûrebînî li vê kitêba şahesera wî binêrin, emê bibînin ku hemî mînak û mîsalên ku wî anîne, pend û şîret û hîkmet in:

Her qisse ji 'hisse behremend in
Her emsîle ger bizanî pend in

Em vê şahesara seydayê Xanî, careke din bi hevberkirina şeş nusxeyan, ravekirina peyvên biyanî û bingehgirtina desxeta herî kevn ya Ezîz kurê Şîrbarê Mamzêdî, pêşkêşî xwendevanên hêja dikin.

Ji bo sudwergirtina ji vê xebatê

Ehmedê Xanî di hinek cihê Mem û Zînê de, ji bo zerûreta şê'rê ankû ji bo ku kêşa malikê aloz nebe tîpa “i”yê li malikê zêde kiriye. Ev tîpa han tu erka xwe tuneye û ne ji eslê peyvê ye. Ji ber ku di tîpên erebî de dengdêr tune ne, ev tîpa (i)yê, di klasîkên kurdî de yên ku bi tîpên erebî dihate nivîsandin, nedihate diyarkirin û tu pirsgirêk jî dernedikete pêşberî me.

Lê piştî ku kurdan êdî alfabeya latînî bikar anîn û ev wekî pirsgirêk derkete pêşberî me. Îcar hinek tîpguhêzkaran, ev tîpa han, nenivîsandin û gotin: “Ji bo ku ev tîp ne ji eslê peyvê ye, ne pêwiste ku ew bê nivîsandin”. Hinekan jî ew tîp nivîsandin û gotin: Ji bo ku dema ev tîp neyê nivîsandin, wezna helbestê aloz dibe, divê ew tîp bê nivîsandin”. Bi dîtina min jî divê ev tîp bête nivîsandin. Lê ji bo ku ev tîp diyar bibe ku ne ji eslê kelîmê ye, min di Mem û Zînê de ew, bi awayê îtalîk nivîsandiye. Carina ev tîpa “i”yê, di dawiya peyvan tê, herweku:

Ev Rûm û 'Ecem bi wan 'hesar in
Kurmanci hemî li çar kenar in

Carina ew tîp di navbera peyvê hevedûdanî de tê, herweku:

Ger kafir û ger gunahikar în
Bîlcumle  ji te umîdiwar în

Carina jî ew tîp di nava peyveke xwerû de tê, herweku:

Yek serwê riyaz ê rasitî  bû
Wê navi bi rasitî Sitî bû

Ferhenga Mem û Zinê

Hemî şa'irên me yên klasîk, peyvên Erebî û Farisî, bi bandora dîn û wêjeyê di berhemên xwe de anîne. Vêca dema ku xwendevanên hêja van berhemana dixwînin, hinekî ji wan re zor tê û nikare peywendiya do û îro çêke. Îcar ew peyvên biyanî, an ew peyvên kurdî yên ku di zimanê îroyîn de hatiye jibîr kirin, me ew peyvana, li gorî babet û munasebeta hevokan, mane kirine.

Lê hinek malikên Mem û Zînê jî ji ber ku îşaretî bi bal ayetekê an hedîsekê dikin, hema bêje ji serî haya dawiyê peyvên Erebî an Farîsî bûn. Ji lewra em bêgav man ku em maneya malikê, ne ku peyvopeyvo belkî em maneya wê li serhev bi tomerî bidin.

Taybetmendiyên Berhemê
Hêjmara Pelan 494
Nivîskar Ehmedê Xanî
Werger Mehmet Kaplan, Huseyn Şemrexî

Şîrove Bike

Nîşe: vanaguherê HTML yê!
    Nebaş           Baş

Mem û Zîn (Kurdî - Tirkî)

  • ₺40.00
  • ₺28.00

  • Ji bo kirînê Puana ku Pêwist e: 4000

Berhemên Dişibin Hev

Dîwana Melayê Cizîrî (Kurdî-Tirkî)
-%30

Dîwana Melayê Cizîrî (Kurdî-Tirkî)

Kürd edebiyatı’nın zirve noktası olarak kabul edilen Melayê Cizîrî,&n..

₺28.00 ₺40.00

Dîwana Melayê Cizirî Û Mem û Zîna Ehmêde Xanî (Kurdî-Tirkî)
-%30

Dîwana Melayê Cizirî Û Mem û Zîna Ehmêde Xanî (Kurdî-Tirkî)

Dîwana Melayê Cizîrî I Tirkî-Kurdî Kürd edebiyatı’..

₺56.00 ₺80.00

Nîşane: Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, Kurdî, Tirkî, Mehmet Kaplan, Huseyn Şemrexî, Nûbihar,