-%30
  • Yûsuf û Zuleyxa


Yûsuf û Zuleyxa qisseyek cihanî ye ku hem di edebiyata rojava hem jî di ya rojhilatê de bûye mijarên berhemên hunerî û edebî.


Ev hikaye ji ber ku di Qur’anê de jî bi şiklê “ehsenu’l-qessas” yanî “hikayeta herî xweş” hatiye bi navkirin, şairên alema Îslamî gelek ji wê hez kirine û ev serpêhatî bi çend zimanan hatiye nivîsîn.


Di edebiyata Kurdî ya klasîk de piştî Mem û Zînê, mesnewiya duyemîn ya evînî Yûsuf û Zuleyxaya Selîmiyê Hîzanî ye. Selîmî di vê mesnewiyê de li ser uslûb û rêbaza şairên beriya xwe ev hikaye bi şîroveyek serkeftî û şairane vegotiye. Şairî li gel vegotinek estetîk, li ser xal û epîzotên çîrokê jî sekiniye.


Di nav berhemên Kurdî de Yûsuf û Zuleyxa ji hemû eseran zêdetir hatiye kopyakirin û destxetên wê jî ji aliyê gelek kesan ve hatine îstinsaxkirin. Ev yek, hem îşareta girîngiya vê berhemê diket, hem jî bûye sebeb ku di metnê wê de tevlîhevî çêbibin. Jixwe li ser vê mesnewiya muhîm heta niha bi awayek rêkûpêk û berfirehî nehatiye xebitîn.


Ayhan Geverî bi amadekariyek dûvûdirêj li ser vê berhemê xebitiye û ji dehan zêdetir nusxeyên wê bi dest xistine. Amadekar, ji bilî wan nusxeyan û nirxandina xebatên li ser Yûsuf û Zuleyxayê hatine weşandin, di pêşgotinê de lêkolînek berfireh jî li ser vê hikayeyê kiriye.


Digel wan beşên ewil ên ku agahiyên girîng li ser Yûsuf û Zuleyxayê hatine dayîn, di jêrenotên nava metnê de ferqên nusxeyan jî hatine îşaretkirin.


Bi awayekî akademîk bi metnê hatiye edîsyon-krîtîk re di dawiya kitêbê de (facsîmîleya) destxeta nusxeya bingehîn jî hatiye dayîn.


Taybetmendiyên Berhemê
Amadekar Ayhan Geverî
Nivîskar Selîmê Hîzanî
Weşanxane Nubihar
Ziman Kurdî

Şîrove Bike

Nîşe: vanaguherê HTML yê!
    Nebaş           Baş

Yûsuf û Zuleyxa

  • ₺35.00
  • ₺24.50