%10 ERZANÎ
  • Psychology Kurdî | 4

Hejmara Çarem a Kovara Psychology Kurdî

Kovara pêşîn ya derûnnasîyê bi zimanê Kurdî û birêkûpêk Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya çarem derket pêşberî xwendevanên xwe.

Psychology Kurdî, Di hejmara xwe ya pêşî de bi dosyaya “Zarok, Şer û Travmayê” li ser travmaya şer rawestîyabû, Di hejmara duyem de bi dosyaya “Derûndermaniya Travmayê” bêhtir li ser tedawîkirina travmayê rawestîyabû, Di hejmara sêyem de bi dosyaya “Şîn û Şûn”ê  derbarê gelek mijarên têkildar de rawestîyabû,Kovar, niha jî di hejmara xwe ya çarem de, bi sermijara “Ziman û Derûniya Perwerdehiyê” weke dosyayekê bi giranî; li ser ziman, xweza û girîngiya zimên, duzimanî û derûniya perwerdehiya bi zimanê dayikê rawestiya ye û wekî din jî me bi naverokeke dewlemend pêşwazî dike.

Koma Psychology Kurdîyê di nivîsa edîtorîyê de wek armanç û hevî dixwaze zimanekî ava bike ku kesekî/ê Kurd dema çû cem derûnnasekî bikaribê derdê xwe baş bîne ziman. Niha kom wek platformeke derûnnasîya Kurdî tevdigerin û di dawîya kovarê de ferhengokeke derûnnasîyê bi zimanê Kurdî, Îngîlîzî û Tirkî weşandîye.

Ji aliyê din ve kovar, diyar dike ku ji ser destpêka weşana kovarê salek derbasbûye û vê sala xwe ya nû bi rûpelsaziyeke nû pêşwazî dike û spasîyên xwe pêşkeşî xwendevanên xwe dike...

Di vê hejmarê de Psychology Kurdîyê bi giranî li ser van mijaran rawestiyaye;

Prof. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya “Pêwistiya Çareseriya Dîrokî û Derûniya Trawmayê” bi zimanekî zanistî, lêkolînan li ser şîddet, trawma, trawmaya nifşî, takekesî û ya hevpar radiweste.

Doç. Alk. Dr. Duygu CANTEKİN bi nivîsa xwe ya “Tendirustiya Derûnî ya Penaberên Sûrî”yê cih dide lêkolîna xwe ya ku li ser tendirustiya derûnî ya penaberên Sûrî yên li Tirkiyê û agahiyên derbarê van penaberan de bi me re parve dike.

Vecdi DEMİR bi nivîsa xwe ya “Li ser Tepisandinê” nasîna tepisandinê dike û bi çavekî derûnkolînerî li ser temsîlên tepisandinê, pêvajo û qonaxên wê radiweste.

Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi nivîsa xwe ya “Bi Çavekî Derûnkolînerî ‘Xwe’bûn û Nasname”yê avakirina nasname û ‘xwe’bûnê rave dike û pirsgirêkên wê bi nêrîneke derûnkolînerî bi xwendevanan re parve dike.

Herwîha kovar bi nivîskar, zimanzan û lêkolîner Deham EBDULFETTAH re hevpeyvîneke balkêş li dar xist. Di vê hevpeyvînê de li ser girîngiya zimanê bav û kalan, derûnî û rola zimên rawestiyan.

Luqman GULDIVÊ bi nivîsa xwe ya “Helwêsta Beramberî Ziman û Tecrûbeyên Erênî” behsa xweza û guhestina zimên û helwêsta beramberî zimên dike û girîngiya zimanê dayîkê ji xwendevanan re rave dike.

Derûnnas Darius WINZER bi nivîsa xwe ya “Li Ser Zimanê Zikmakî” behsa lêkolînên ku li ser zimanê dayîkê hatine kirin dike û rola zimanê zikmakî bi xwendevanan re parve dike.

Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya “Zarokên Bêziman” pênaseya zimên vedibêje û pêşketina zimanê zarokên pêşdibistan û dibistanê, bandorên nêyînî yên perwerdehiya ne bi zimanê dayikê, duzimanî û nîvzimaniyê bi me dide nasîn.

Mamosteyê perwerdehiya taybet Wehab ŞEHÎN bi nivîsa xwe ya “Girîngiya Perwerdehî û Hîndekariyê ji bo Astengdaran” armanc û girîngiya perwerdehiyê ji bo kesên astengdar bi xwendevanan re parve dike.

Prof. Dr. Cem KAPTANOĞLU bi hevpeyvîneke têr û tijî ya li ser “Derûndermaniya Alîkar” bi me re ye.

 

Derûnnas Samed DOĞAN bi nivîsa xwe ya “Depresyon”ê sedemên depresyonê, nîşêt, vexuyanî û cureyên wê û dermankirina wê ji xwendevanan re dide nasîn.

Xwendekara Beşa Derûnnasiyê Jiyan AY bi nivîsa xwe ya “Ceribandina Milgram”ê behsa rê û rêbazên ceribandina Milgram dike û hêza rewşê ya li ser reftariyan vedibêje.

Derûnnasê Klinîkî û Terapîstê Zayendî Murat CAYMAZ bi nivîsa xwe ya “Jiyana Zayendî û Mafên Zayendî”yê behsa tendirustî û mijara zayendî, têkiliyên zayendî û danezana mafên zayendî dike.

Ji bilî van nivîs û nivîskarên hêja, di vê hejmarê de, danasîna kurtefîlma derhênêr Kadir EMAN û Velit ATAKLI ya bi navê “Baskên Şikestî” jî dikin ku ev kurtefîlm di hêla peyamên civakî û hezkirina ajalan û kesayetiya mirovan de pir bi angaşt e.

Taybetmendiyên Berhemê
Nivîskar Kollektif

Şîrove Bike

Nîşe: vanaguherê HTML yê!
    Nebaş           Baş

Psychology Kurdî | 4

  • ₺10.00
  • ₺9.00


Berhemên Dişibin Hev

Psychology Kurdî | 1
%10 ERZANÎ

Psychology Kurdî | 1

Di vê hejmarê de Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya 'Zarok, Şer û Trawma' derbarê trawmayê..

₺9.00 ₺10.00

Psychology Kurdî |2
%10 ERZANÎ

Psychology Kurdî |2

..

₺9.00 ₺10.00

Psychology Kurdî | 3
%10 ERZANÎ

Psychology Kurdî | 3

Psychology Kurdî bi jimara xwe ya pêşîn li ser travmayê rawestiya bû &..

₺9.00 ₺10.00

Psychology Kurdî | 4
%10 ERZANÎ

Psychology Kurdî | 4

Hejmara Çarem a Kovara Psychology Kurdî Kovara pêşîn ya derûnnas&ici..

₺9.00 ₺10.00

Nîşane: Psychology Kurdî, Kovar, Psychology, Derûnnasî, Kurdî, Kurd,