-%25
  • Wêje û Rexne | 8

Kovara lêkolîn, rexne û teorîya wêjeyê Wêje û Rexne bi hejmara xwe ya 8an derket pêşberî xwînerên xwe.

  • Hejmar: 8 Sal: 2016
  • Meh: Tîrmeh . Tebax . Îlon . Cotmeh . Mijdar . Kanûn

Kovara lêkolîn, rexne û teorîya wêjeyê, Wêje û Rexne bi dosyeya xwe ya bi navê “Pêjnên Wêjeya Kurdî ya Modern di Serdema Dawî ya Osmanî de” derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovara ku ji sala 2014an û vir ve weşana xwe ya tematîk li ser rexne û nirxandinên edebî ava kiriye, bi vê hejmara xwe ve di serdema dawî ya osmanî de şopa xebat û neteweperweriya kurdî digerîne û digel çend wergerên li ser vê qadê, dosyeyeke xurt ji meraqdarên vê babetê re berpêş dike. Di vê hejmarê de bi armanca bibîranînê, Hemzeyê Muksî, nivîskar û aktîvîstê kurd ê serdema osmanî, bi pêşgotina xwe ve ya bi navê “Edebîyat û Asarê Edebî” ku di sala 1919an de ji bo çapa ewil ya Mem û Zînê amade kiribû, di rêza yekem de dibe mêvanê rûmetê yê kovarê. Herwiha, li ser bergê kovarê jî Mem û Zîna cih digire ku Hemzeyê Muksî di sala 1919an de bo çapê amade kiriye.

Di vê hejmarê de bi nivîs, werger û analîzên xwe ve gellek kesan beşdarî li kovarê kiriye: Ömer Faruk Yekdeş & Servet Erdem, Şehmuz Kurt & Zafer Açar, Dilawer Zeraq, Tahir Baykuşak, Farangis Ghaderi, Dawid Yeşîlmen, İnan Eroğlu, Ahmed Kırkan, Mela Mihyedîn. Dawid Yeşîlmen di vê hejmarê de bi akademîsyenê ciwan û jêhatî Mesûd Serfiraz re, ku wekî pisporê edebiyata kurdî ya serdema osmanî tê zanîn, li ser weşangerî û edebîyata kurdan a serdema osmanî hevpeyvîneke berfireh û samîmî kirîye. Di dawiya kovarê de, pîrtûkxane cih digire û Dawid Yeşîlmen lîsteyeke bi navê “Pirtûk, Kovar û Rojnameyên Kurdî yên ku di Dewra Osmanî de Weşîyane (Kronolojîk)” bo dosyeya vê hejmarê amade kiriye.

Di vê hejmara Wêje û Rexneyê de tenê nivîseke bi zazakî cih girtiye. Wekî ku tê zanîn ji hejmara ewil heta niha di her hejmarê de sê-çar heb nivîsên bi zazakî/kirmanckî cih digirtin. Edîtorên vê hejmarê Dawid Yeşîlmen û Ömer Delikaya sebebên kêmbûna nivîsên zazakî wiha rave kirine: “Herwiha vê hejmarê de rêjeya nivîsên bi zazakî kêm bûn lêbelê ev kêmbûn nîşana xebereke bi xêrê ye: Ewro. Çend hevalên zazakînûs, kovara teorî, huner û edebîyatê ya bi navê Ewroyê derxistin. Em wekî Wêje û Rexne spasan li wan dikin ku bi nivîsên xwe yên zazakî ve bi demeke dirêj reng û rûyê kovara me geş kirin û herwisa em daxwaza serkeftin û temendirêjîyê li Ewroya delal dikin: Emrê to derg bo.”

Di vê hejmarê de van mijaran cih girtiye.

  • Hemzeyê MUKSÎ: Edebîyat û Asarê Edebî
  • Ömer Faruk YEKDEŞ, Servet ERDEM: Wêjeyeke Cudaxwaz an Wêjeyeke Parçebûyî? Di Serdema Dereng ya Osmanîyan de Wêjeya/ên Kurdî
  • Şehmuz KURT, Zafer AÇAR:  Edebîyata Kurdî ya Modern: Êwra Stenbolê, Çend Kesayet û Berhemên Edebî
  • Dilawer ZERAQ:  Wekî Mîrateya Neteweyî Folklor û Kovara Jînê
  • Tahir BAYKUŞAK: Xelîl Xeyalî MODAN (1864-1946)
  • Farangis GHADERİ:  Astengên Li Ber Nivîsîna Tarîxa Edebîyata Kurdî: Pêşkêşkirin, Tesnîfkirin û Qonaxbendî
  • Dawid YEŞÎLMEN:  Li ser Weşangerî û Edebîyata Kurdan a Serdema Osmanî Bi Mesûd Serfiraz re Hevpeyvîn
  • İnan EROĞLU:  Siruşt û Fêrîkê Ûsiv
  • Ahmed KIRKAN: Ziwannasîye û Felsefeyê Ziwannasîya M. Malmîsanijî
  • Mela MIHYEDÎN: Wehdetul Wicûd û Şopên Wê Li Ser Wêjeya Kurdî ya Klasîk
  • Dawid YEŞÎLMEN: Pirtûk, Kovar û Rojnameyên Kurdî yên ku di Ewra Osmanî de Weşîyane
  • Pirtûkxane

Şîrove Bike

Nîşe: vanaguherê HTML yê!
    Nebaş           Baş

Wêje û Rexne | 8

  • Hilberîner Wêje û Rexnê (Kovar)
  • Koda Berhemê: WUR008
  • Puana ku we bidest xist: 15
  • Rewşa Stokê: Di Stokê De Heye
  • ₺15.00
  • ₺11.25

  • Ji bo kirînê Puana ku Pêwist e: 15000

Berhemên Dişibin Hev

Wêje û Rexne | 7
-%25

Wêje û Rexne | 7

..

₺7.50 ₺10.00

Wêje û Rexne | 6
-%25

Wêje û Rexne | 6

..

₺7.50 ₺10.00

Wêje û Rexne | 2
-%25

Wêje û Rexne | 2

..

₺7.50 ₺10.00

Wêje û Rexne | 3
-%25

Wêje û Rexne | 3

..

₺7.50 ₺10.00

Wêje û Rexne | 4
-%25

Wêje û Rexne | 4

..

₺7.50 ₺10.00

Wêje û Rexne | 5
-%25

Wêje û Rexne | 5

..

₺7.50 ₺10.00

Wêje û Rexne | 1
-%25

Wêje û Rexne | 1

..

₺7.50 ₺10.00

Nîşane: Wêje û Rexne, Wêje, Rexne, Kovar, Nirxandin, Kovara Wêje û Rexne, Kovara Kurdî, Kurdî, Kurmancî, Hemzeyê MUKSÎ, Ömer Faruk YEKDEŞ, Servet ERDEM, Şehmuz KURT, Zafer AÇAR, Dilawer ZERAQ, Tahir BAYKUŞAK, Xelîl Xeyalî MODAN, Farangis GHADERİ, Dawid YEŞÎLMEN, Mesûd Serfiraz, İnan EROĞLU, Fêrîkê Ûsiv, Ahmed KIRKAN,