-%25
  • Zend | 24

Hejmara 24’an a weşana Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zend derket. Kovara Zend salê du caran derdikeve û tê de nivîsên akademîk ên der barê ziman, wêje û dîroka kurdî de cih digirin. Ji bo agahiyên berfirehtir ên der barê naveroka kovarê de em Nivîsa Edîtor a vê hejmarê pêşkêşî we dikin:

Ji Edîtor

Ta rêk nekewin qebîlî ekrad
Her wa debine xirabe abad

Em hejmareke nû ya kovara Zendê li pêşberî we ne. Me bi beyteke şairê navdar ê kurd Hacî Qadirê Koyî dest bi vê nivîsê kir.  Helbet sedemeke vê yekê heye; me wekî Enstîtuya Kurdî di sedsaliya wî de li ser navê Koyî konferansek li dar xist, di wê konferansê de jî bi awayekî zelal diyar bû ku pêdiviya kurdan bi yekrêziyê heye. Pisporên siyasî jî bi gelemperî diyar dikin ku di vê qonaxê de heke kurd yekgirtina xwe pêk bînin, dê karibin gelek destkeftinên giranbiha bi dest bixin.  Lê heke ne, dê vê  carê jî ji guherînann tu sûdê wernegirin.

Îro gelê me yê li bakur di qonaxeke gelekî dijwar re derbas bibe, li şar û şaroçkeyên welatê me hêzên dagirker mal û mindalên me dide ber tank û topan. Gelê kurd bi dirûşma “Berxwedan jiyan e!” li dijî dagirkeran serî natewîne û berhingariya xwe dike. Layengirî û piştevaniya vê liberxwedanê peywira hemû kurdên welatparêz û mirovên azadîxwaz e. Em jî wekî Enstîtuya Kurdî van kirinên hovane bi tundî şermezar dikin.

***

Ev hejmara kovara me jî mişe ye bi gotarên têr û tesel ên der barê babetên cur bi cur de. Di vê hejmarê de lêkolîner Mehmet Gultekîn tîşkên ronahiyê dixe ser dîroka bajarê Bazîdê. Ew bi belgeyan diselmîne ku Bazîd cih û  warekî qedîm ê kurdan e, kesên ku li herêmê desthilatî kirine jî mîrên kurd in. Zimanzana amerîkî Laura Shepherd gotarek li ser kurmanciya rojavayê Kurdistanê amade kiriye. Di vê gotarê de gelek aliyên cihêreng ên kurmanciya vê herêmê li ber çavan tên raxistin.

Memê Mala Hene ku bi nivîsên xwe yên der barê felseleyê de dibe mêvanê kovarê, di vê hejmarê de bal kişandiye ser “Estetîka Nietzsche û Cihêtiya Hunera Apollonî û Dionysosî”.  Yek ji nivîskarên mayende yê kovarê Şemoyê Memo îcar balê dikêşe ser mijara zayendperestiya di zimên de. Wî bi gelek nimûneyên ji wêjeya devkî aliyê zimanê kurdî pêşkêşî xwîneran kiriye.   Tekane nivîskara jin a vê hejmarêNetîce Altun e. Wê  jî nivîsek bi kirmanckî bi sernavê “Ziwan Muhafezekerdişê Hereketê Kurdan, Rewşa Kirmanckîye” nivîsandiye.  Di vê nivîsê de balê dikêşe ser xebatên kurdî yên li Kurdistanê.

Şerîf Derînce jî bi rapirsîneke xwe ya der barê rewşa zimanê kurdî de bûye mêvanê vê hejmarê. Îcar wî bala xwe daye ser rewşa zimanê kurdî ya li nav xebatkarên şaredariyan.   Samî Tan di vê hejmarê de dest avêtiye mijareke cihêreng. Wî li gorî lêkolînên navneteweyî berê xwe daye navê rengên bingehîn ên kurdî.  Her wiha Zana Farqînî di gotara xwe de bal kişandiye ser “Di Zimanê Nivîskî de Hin Awayên Şaş ên Vekîta Kêşana Lêkeran.  Mesut Umar dîsa dest avêtiye mijareke têkildarî derûnînasiyê. Sernavê nivîsa wî jî “Şîn û Zarok” e. Du nivîsên têkildarî zimên û edebiyatê jî “Ji Hêwirgeha  Kurdan Çend Şayesên Bedewiyê” ya Memet Çagdavul û “Sêxisteyên Modern” a Yahha Elewîferd e.

Ji bilî van çend nivîsên din jî di vê hejmara kovarê de cih digirin. Em hêvî dikin ku ev hejmara dilê we be û hûn karibin sûdeke baş jê wergirin. Heta hejmareke din bimînin di nav xêr û xweşiyê de.

Li ser navê Desteya Weşanê
Samî TAN

Taybetmendiyên Berhemê
Nivîskar Kolektîf
Weşanxane Enstîtuya Kurdî Ya Stenbolê

Şîrove Bike

Nîşe: vanaguherê HTML yê!
    Nebaş           Baş

Zend | 24

  • Hilberîner Zend (Kovar)
  • Koda Berhemê: ZEND024
  • Puana ku we bidest xist: 7
  • Rewşa Stokê: Di Stokê De Heye
  • ₺7.00
  • ₺5.25

  • Ji bo kirînê Puana ku Pêwist e: 7000

Berhemên Dişibin Hev

Zarema | 5
%10 ERZANÎ

Zarema | 5

Kovara Zarema ya rexne û teorîyê, ku ji çar mehan carekê ji Gulana 20..

₺9.00 ₺10.00

Parzemîn - 1
-%25

Parzemîn - 1

National Geographic Kurda: ParzemînDi Kovara Parzemînê de ji agahiyên zanîstî heta kifşên erdnîgariy..

₺7.50 ₺10.00

Wêje û Rexne | 5
-%25

Wêje û Rexne | 5

..

₺7.50 ₺10.00

Nûbihar | 138
%10 ERZANÎ

Nûbihar | 138

Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya 138an derkete pêşberî xwendevanên xwe.Nûbihar kete 25 saliya xweN..

₺7.20 ₺8.00

Zend | Set (Hemu Jimar)
-%25

Zend | Set (Hemu Jimar)

Kovara Zendê ji aliye Enstituya Kurdî ya Stenbolê ve tê weşandin.Zend organa weşanê ya Enstîtuya Kur..

₺127.50 ₺170.00

Zend 25 - Bihar 2017
-%25

Zend 25 - Bihar 2017

Di vê hejmara Zendê de dîsa gelek gotarên akademîk ên der bar&ec..

₺7.50 ₺10.00

Nîşane: Zend, Kovar, Kurdî Enstîtuya Kurdî Ya Stenbolê