• Meala Kuranê û Riyadus-salihîn

Di vê setê de: 

  • Meala Kuranê
  • Riyadus-salihîn
  • cewşena Kurdî 

hene...

SÎWANA QUR’ANÊ | Meala Qur’ana Pîroz
Abdullah Baykal

Her musliman, divê peyama îlahî fam bike ku ka Xweda çi jê dixwaze, çi emir dike, çi mizgînan dide, çi qedexe dike û wan ji çi haydar dike; da ku li gor wê peyamê bijîn û jiyana xwe li gor vê bimeşînin. Lê her kes bi zimanê Erebî nizane, ta ku ji wê çavkaniyê vexwin.

Peyama îlahî, ne tenê ji bo mela, îlahîyatnas û xwendayan, belkî ji bo her kesî ye. Lewma jî divê meal, bi uslûbek hêsan, zelal û bi zimanê gel bê nivîsandin. Di vê mealê de jî, heta ji destê wergêr hatiye zimanekî zelal û asan bi kar aniye.

Ji çembera roniya li dora hîvê re “sîwan” tê gotin, lê ew bi xwe ne “hîv” e. Meal jî, ne Qur’an bi xwe ye, belkî bi zimanekî din îfadekirina maneya wê ye. Lewma navê vê mealê “SÎWANA QUR’ANÊ” ye.

RIYAD’US-SALIHÎN | Îmamê Newewî
Wergêr: Mela Salihê Dihî

Riyad’us-Salihîn di warê hedîsê de yek ji çavkaniyên herî girîng e.

Hin alim yan hin kitêb hene ku bes ji hêla hevmezheb û hevmeşrebên xwe hatine qebûlkirin û hezkirin; hinek jî hene ku tam bi eksê vê ne; yanî ji hêla hemî mezheb û meşreban ve hatine qebûlkirin û hezkirin. Îmamê Newewî û kitêba wî ya Riyad’us-Salihînê jî yek ji wan alim û kitêban e.

Îmamê Newewî yê ku muctehid, muheddis, feqîh û zahid e, her çend ku ji hêla mezhebî ve muctehidekî Şafi‘î ye jî, lê îro kitêba wî ya Riyad’us-Salihîn wek çavkaniyekê di kitûbxaneya her misulmanî de cih digire.

Ev çavkaniya han a ku ji hêla bawerî, exlaqî û emelî ve muhîm, yekem car bi alfabeya Latînî ji hêla Mela Salihê Dihî ve wergera wê hatiye kirin. Di vê xebatê de digel wergera wê ya Kurmancî metnê wê yê Erebî jî cih girtiye.

Ev xebat, çapa wê ya yekem di sala 2010an de ji Nûbiharê weşiyabû. Nûbiharê careke din, bi baldarî li ber çavan derbas kir û çap kir.

(Ebad: 16.5x24, rûpel: 920)

 

Şîrove Bike

Nîşe: vanaguherê HTML yê!
    Nebaş           Baş

Meala Kuranê û Riyadus-salihîn

  • Koda Berhemê: SET002
  • Puana ku we bidest xist: 120
  • Rewşa Stokê: Di Stokê De Heye
  • ₺120.00

  • Ji bo kirînê Puana ku Pêwist e: 12000

Berhemên Dişibin Hev

Cewşena Mezin û Meala Wê
-%25

Cewşena Mezin û Meala Wê

Cewşena Mezin û Meala wê (latînî-Erebî) Bediüzzaman Saîd&ec..

₺15.00 ₺20.00

Riyadus Salihîn | Baxê Qencan

Riyadus Salihîn | Baxê Qencan

RIYAD’US-SALIHÎN Îmamê Newewî Wergêr: Mela Salihê Dih&ic..

₺65.00

Sîwana Qur'anê | Meala Qur'ana Pîroz
-%30

Sîwana Qur'anê | Meala Qur'ana Pîroz

SÎWANA QUR’ANÊ Meala Qur’ana Pîroz Abdullah Baykal Her musliman, ..

₺38.50 ₺55.00

Nîşane: kuran, hadis-kurdi-nubihar