%10 ERZANÎ
  • Psychology Kurdî | 1

Di vê hejmarê de Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR bi nivîsa xwe ya 'Zarok, Şer û Trawma' derbarê trawmayê de me agahdar dike û rê û rêçikên çareseriyê bi me dide nasîn.

Derûnnas Prof. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi hevpeyvîna xwe ya balkêş tevlî me dibe. Bi pisporiya xwe trawma û nexweşiyên trawmayê dinirxîne û rêbazên dermankirinê nişan dide.

Derûnnas Hemed Elî QOSERÎ bi nivîsa xwe ya 'Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê-NSPT' trawma, trawmaya derûnî û NSPTê bi hûrgilî bi xwendevanan dide nasîn.

Zimannas/Lêkolîner Deham EBDULFETTAH bi nivîsa xwe ya 'Zaravayên (Termên) Hevbeş û Jiyana Mezin ya Hişmendiyê' li ser girîngiya zimên radiweste.

Derûnnas Siyabend ASLAN bi nivîsa xwe ya 'Bi Zarokan re Aheng û Reftariyên Bêpergal' xwezaya reftariyên zarokan û bêpergaliya wan bi awayekî zanistî li ber çavan radixîne û di vî warî de pêşniyazên pisporan pêşkeşî xwendevanan dike.

Mamoste Murat KAN bi nivîsa xwe ya 'Perwerdeyo Arizî' li ser pirsgirêkên perwerdehiya taybet disekine û vê bi xwendevanan re parve dike.

Derûnnas Rewşen REMAKÎ bi nivîsa xwe ya 'Bêçaretiya Fêrbûyî' bi mînak û çîrokan bêçaretiya fêrbûyî dide nasîn.

Lêkolîner/Nivîskar Medeni FERHO bi nivîsa xwe ya 'Di Rêkûpêkiya Civakê de Rola Edebiyat û Jiyana Mezin ya Hişmendiyê' behsa rola zimên, civak û wêjeyê dike.

Dermansaz Etman YAVUZ bi nivîsa xwe ya 'Epîgenetîk' li ser guherîna îfadeya genan disekine û bi pêkenokeke ku mijarê çareser dike, nivîsa xwe bi dawî dike.

Rojnamavan/Nivîskar Rêşad SORGUL bi nivîsa xwe ya 'Ziman û Çapemeniya Kurdan' di çapemeniyê de girîngiya kurdî vedibêje.

Vecdî DEMÎR bi nivisa xwe ya ‘Hamlet: Lehengeki Derûnkolînerî’ ku ji aliyê Aydin RENGÎN ve hatiye wergerandin behsa aloziya Oedîpus û derûnkolîniye dike.

Herwiha Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ bi nivîsa xwe ya 'Zarok û Trawma' behsa bandora trawma û dermankirina wê dike.

Ji bilî van nivîs û nivîskarên hêja, Zimannas/Lêkolîner Husein MUHAMMED, Akademîsyen/Nivîskar Perwîz CÎHANÎ, Akademîsyen/Nivîskar Ramazan PERTEV, Nivîskar/Lêkolîner Roşan LEZGÎN, Nivîskar/Lêkolîner Mamê ELΠ û Rojnamevan Aslan ASLAN alîkariyên curbicur dane kovarê.

Taybetmendiyên Berhemê
Hêjmara Pelan 72
Nivîskar Kollektif

Şîrove Bike

Nîşe: vanaguherê HTML yê!
    Nebaş           Baş

Psychology Kurdî | 1

  • Hilberîner Psychology Kurdî (Kovar)
  • Koda Berhemê: PISIKOKURD001
  • Puana ku we bidest xist: 10
  • Rewşa Stokê: Di Stokê De Heye
  • ₺10.00
  • ₺9.00

  • Ji bo kirînê Puana ku Pêwist e: 10000

Berhemên Dişibin Hev

Kovara Jehr | Jimar 6
%10 ERZANÎ

Kovara Jehr | Jimar 6

..

₺4.50 ₺5.00

Parzemîn - 1
-%25

Parzemîn - 1

National Geographic Kurda: ParzemînDi Kovara Parzemînê de ji agahiyên zanîstî heta kifşên erdnîgariy..

₺7.50 ₺10.00

Nûbihar | 136
%10 ERZANÎ

Nûbihar | 136

- Heyvekê li Cehnima Wergerê Berken Bereh- Rozerîn Rojen Barnas- Li pey şopa Keştiya Nûh li Swêdê Ro..

₺7.20 ₺8.00

Kovara Bar | 1
%10 ERZANÎ

Kovara Bar | 1

..

₺6.30 ₺7.00

Kovara Bar | 2
%10 ERZANÎ

Kovara Bar | 2

..

₺7.20 ₺8.00

Kovara Roza - 10
%10 ERZANÎ

Kovara Roza - 10

Naveroka Hejmara 10emJiyana - Roj AgirGirtî, Zindan û Sembolên Azadîxwaziyê - Kakşar OremarÊşa Sal’a..

₺4.50 ₺5.00

Kovara Roza | jimar: 11
%10 ERZANÎ

Kovara Roza | jimar: 11

Hejmara 11'emîn a kovara Rozayê derket. Di 11emin hejmara Rozayê de hevpeyv&ic..

₺4.50 ₺5.00

Psychology Kurdî | 3
%10 ERZANÎ

Psychology Kurdî | 3

Psychology Kurdî bi jimara xwe ya pêşîn li ser travmayê rawestiya bû &..

₺9.00 ₺10.00

Psychology Kurdî | 4
%10 ERZANÎ

Psychology Kurdî | 4

Hejmara Çarem a Kovara Psychology Kurdî Kovara pêşîn ya derûnnas&ici..

₺9.00 ₺10.00

Nîşane: Psychology, Kurd, 1